Li Nisêbînê tankera nefta xam barkirî wergeriya: 1 birîndar

Di qezaya trafîkê ya ku li ser Rêya Îpekê ya Navnetewî ya Navçeya Nisêbînê di encama wergiritina tankera bi nefta xam barkirî de pêk hat de ajokar sivik birîndar bû.

Qeza di saetên êvarê de li ser Rêya Îpekê ya Navneteweyî ya Taxa Girmeliyê ya navçeyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin K.B ji aliyê Cizîrê ve diçû Nisêbînê. Tankera bi nefta xam a bi plaqeya 33 AUN 179 barkirî di encama derketina ji kontrolê de wergeriya. Di qezayê de ajokar sivik birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, agirkujî û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.

Birîndar ji teref ekîbên tenduristiyê yên hatin herêmê ve wek nexweşên derve hatin dermankirin.

Xweşbextane, nefta tankera nefta xam a wergeriyayî, nerijiya erdê.

Dema ku tankera nefta xam a ku wergeriyayî bi alîkariya vîncê ji herêmê dihat rakirin, ekîbên agirkujiyê ji bo ku îhtîmala nefta xam bişewite li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtin.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê