Li Nisêbînê tir û wesayîtek li hev qelibîn: 1 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî birîndar bû.

Qeza, li ser rêya Îpekyolîya navçeya Nisêbînê, li alîyê Nexweşxaneya Dewlet a Nisêbînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin tira bi plaqeya 33 D 1742 ya ku navê şofêrê wî nehat hînbûn û wesayîteke bi plaqeya 72 AE 478 li hev qelibîn, di encama qezayê de mirovekî ku di nav wesayîtê de bû birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno