Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li Çarrêya Otogarê tirê ku hat diyar kirin ronahiya sor binpê kiriye, li otomobîlê xist. Di qezaya ku çêbû de 2 kesên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Piştî qezayê tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn 112ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî ku destwerdana yekem li cihê bûyerê ji birîndaran re hat kirin, birîndar hatin guhestin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û hatin girtin bin tedawiyê.
Tîmên trafîkê di derbarê qezayê de lêkolîn û lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.