Qeza, di saetên êvarê de li taxa Akçatarla ya navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîtek ku navê şofêr û plaqeya wê hêj nayê zanîn, li qamyoneteke karkerên çêkirina rê qelibî. Piştre wesayît ji rê derket û li karkeran qelibî.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin şandin.
Ekîbên tenduristî destnîşan kirin ku karkerek miriye. Karkerê birîndar û şofêrê wesayîtê piştî wergirtina alîkariya tenduristî ya destpêkê ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştî prosedurên pêwîst, cenazeyê karker ji bo otopsîyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Tê ragihandin ku rewşa şofêrê wesayîtê giran e, û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)