Li Ommanê li ber mizgeftekê êrîşa çekdarî: 6 mirî, 28 birîndar

Li Mesqeta paytexta Ommanê di êrîşa çekdarî ya li ber mizgeftekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji teref polîsên Ommanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Vadî El Kebîrê li nêzî mizgeftekê ji teref hinek kesan ve êrîşa çekdarî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama êrîşê de 6 kes ku di nav wan de polîsek jî heye jiyana xwe ji dest dane û 28 kesên ji neteweyên cuda jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pevçûna ku di dema êrîşê de derketiye de 3 êrîşkar hatine kuştin, lê derbarê kesên êrîşkar de agahî nehat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lêpirsîn û lêkolînên der barê bûyerê de dewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno