Li Osmanîyeyê qezaya zîncîrî pêk hat: 4 mirî, 3 birîndar

Li Osmanîyeyê du wesayît û teraktorekî li hev qelibîn, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Osmanîya-Kadîrlîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du wesayîtên ku nasnameya şofêrên wan nayê zanîn û teraktorekî li nêzê bajaroka Cevdetîyeyê li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin