Li Pakistanê ava bendavê bû sedema lehîyê: 22 mirî

Ji ber ku Hîndistanê ava xwe ya zêde ku di bendavan de tijî bûye vala kirîye, li Pakistanê lehî pêk hat, di encamê de 22 kesan canê xwe ji dest dan.

Hîndistan, bendavên ku li ser çemên Ravi, Chenab û Sutlejê ji ber ku ji barana musonê tijî bûbûn, tehlîye kir.

Rayedaran, destnîşankirin ku ji ber valakirina bendavan li wîlayeta Pencapa Pakistanê lehî çêbûn.

Ji ber lehîyê 22 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî winda bûn û nêzê 600 hezar mirov jî hatin tehlîyekirin.

Rayedaran destnîşankirin ku bi sedan gund di bin avê de man û erdên çandinî jî zerarê dîtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin