Li Pakistanê barana dijwar: 38 mirî

Li gorî diyarîyên ewil ji ber barana ku li Pakistanê tesîrdar bû 38 kesan canê xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.

Li gorî xebera Sama TV ya ku li Pakistanê weşanê dike, Sazîya BIreveberîya Afeta Netewî ya Pakistanê (NDMA), derheqê barana musonê ya ku hêna jî berdewam dike de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber şilîya ku berdewam dike 38 kesan canê xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku mirina herî zêde bi 19 kesan wîlayeta Xayber Paxtunwayê, li wîlayeta Pencapê jî 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Li wîlayetên Sînd û Belucistanê jî ji ber barîna zêde 7 kesan canê xwe ji dest dan.

NDMA di daxuyanîya xwe de îfad ekir ku wisa tê texmînkirin ew ê şilî bi vê şeklê berdewam bike, ji ber vê yekê dibe ku li bakurê welat lehî çêbibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno