Li Pakistanê baranên musonê: 98 mirî

Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.

Ji 26ê Hezîranê vir ve li Pakistanê baranên musonê tesîrdar e, barana ku dibare jî dibe sedema lehîyê.

Ajansa Bireveberîya Afeta Netewî ya Pakistanê (NDMA), daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Bi tevî van reqeman ji destpêka barana musonê vir ve 98 kesan canê xwe ji dest dane, 185 kes jî birîndar bûne.

Rayedaran îfade kirin ku ew ê di rojên pêş de zêdetir baran bibare. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin