Li Pakistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî leşkeran kirin: 13 mirî, 29 birîndar

Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.

Êrîş, li navçeya Wezîristana Bakur a parêzgeha Xayber Paxtunxwayê pêk hat.

Li gorî medyaya herêmî, çekdaran li Bazara Xadî ya li navçeya Mîr Alî ya Wezîristana Bakur êrîşî yekîneyeke leşkerî kirin ku li wir karê îmhakirina bombeyan dikir.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku wesayîta tijî teqemenî li wesayîteke tîma îmhakirina bombeyan ket û teqiya, piştî ku çekdaran bi awayekî bêserûber gule li hêzên ewlehiyê reşandin.

Di êrîşê de 13 leşkeran canê xwe ji dest dan û 29 kes, ku 19 ji wan sivîl û 10 jî leşker bûn, birîndar bûn.

Ekîbên xelaskirinê û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê û cenaze û birîndaran birin nexweşxaneyek nêzîk, ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.

Êrîş ji aliyê komeke bi navê Usûd-ul-Harb ve hat girtin, ku girêdayî rêxistina qedexekirî Tehreek-e-Taliban Pakistan (TTP) ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno