Li Pakistanê di pevçûna navbera eşîran de hejmara kuştiyan derket 130î

Li Pakîstanê di pevçûnên navbera eşîran de ku ev du hefte ye berdewam dikin de hejmara kuştîyan derket 130î û 186 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Kurram a Pakistanê pevçûna navbera eşîran ev nêzî du hefte ye didome.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku di pevçûnan de heta niha 130 kes mirine û 186 kes jî birîndar bûne.

Ji ber şer û pevçûnan, li herêmê xizmeta telefon û înternetê qut dibe.

Li herêma ku esnaf û sazîyên perwerdehîyê xizmetê nadin, rêya Peşawer-Paraçînar ji ber ewlehîyê gelek caran ji trafîkê re tê girtin.

Li herêma Kurramê di 21ê Mijdarê de piştî êrîşa çekdarî li konvoya rêwîyan a ku sivîl tê de bûn pevçûn derketibû û 42 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê