Li Pakistanê êrîş li hêzên ewlehîyê hat kirin: 11 mirî

Li wîlayetên Belucistan û Xayber Paxtûnwaya Pakistanê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 8 jê polêsên ewlehîyê tev de 11 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Karên Hindir ê Pakistanê, Muhsîn Naqwî, daxuyand ku mirovên çekdar li Xayber Paxtûnwayê wesayîta balgir a personelan a Pasdarên Sînorê hedef girtin, di êrîşê de 3 leşker û 1 şofêr canê xwe ji dest dan.

Li herêma Peşawera wîlayeta Xayber Paxtûnwayê jî êrîşdaran êrîşî wesayîtekî kirin û di encamê de mifettîşê polêsan û 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Serwîsa Têkilîyên bi Gel ra ya Hêzên Çekdar ê Pakistanê (ISPR), di daxuyanîya ku da de, destnîşan kir ku mirovên çekdar li herêma Mastunga wîlayeta Belucistanê li dijî wesayîta hêzên ewlehîyê bi bombeyên destan êrîşek li dar xistin, di encamê de 3 leşker mirin.

Di operasyonên ku hêzên artêşê li dijî van êrîşan dan destpêkirin de jî 4 êrîşdar hatin kuştin.

Êrîşên çekdarî yên li Pakistanê, bi taybetî li wîlayetên Xayber Paxtûnwa û Belucistana sînora Efxenistanê zêde dibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Emrîka û rejîma sîyonîst şikestinek mezin xwarin
Ji ber barîna zêde cotkar nikarin dermanê zeviyên xwe birêjin
Vora ra raya 82 cayanê bınayışi ameye gırewtene
Berfeke zêde dibare
Îsota ku ji zeviyê bi 7 lîreyan tê girtin, li Diyarbekirê bi 200 lîreyan hat firotin