Li Pakistanê êrîş li karkerên madenê hat kirin: 20 mirî

Li wîlayeta Belucistana Pakistanê ji madena komirê re êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 20 karker mirin, 7 karker jî birîndar bûn.

Rayedarên polêsên mehellî, destnîşan kirin ku êrîş nîvê şevê hatîye kirin.

Di êrîşa ku li herêma Dukîyê hat lidarxistin de, komeke ku di nav de 35-40 kes hebûn, nêzê 30 deqîqeyan gule li ser karkeran reşandine.

Rayedarê Polêsan Humayun Xan, îfade kir ku mirovên êrîşdar madenên Şîrketa Komir a Junaidê bi çekên giran hedef girtine.

Mîlîtanên cudaxwaz ên li Belucistanê, bi giştî karker û şîrketên ku li wîlayetên cuda yên Pakistanê têne hedef digrin. Mîlîtanan bi vê şeklê bawer dikin ku çavkanîyên Belucistanê têne îstîsmarkirin.

Artêşa Xelasîya Belucistanê, xwedî li êrîşa ku di 26ê Tebaxê de hatibû kirin û di encamê de 39 kes miribûn derket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno