Li Pakistanê ji wesayîta polêsan re êrîş hat lidarxistin: 5 mirî, 11 birîndar

Li wîlayeta Xeyber-Paxtunwayê li dijî wesayîta polêsên ku ekîbên vaksînê diparaztin bi bombeyê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 11 kesan jî birîndar bûn.

Êrîş, li herêma Tehsil Mamonda wîlayeta Xeyber-Paxtunwayê pêk hat.

Li gorî medyaya welat li nêzê wesayîta polêsan a ku parastina wesayîta ku di nav de vaksînên zarokan hene dikir bombe teqîya.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil 5 kesan canê xwe ji dest dan, 11 kesan jî birîndar bûn.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin