Li Pakistanê weqayên felça zarokan zêde dibe

Li Pakistanê ji bo zarokekî dinê jî bi weqaya felcê ji nexweşxaneyê re hat rakirin, bi tevî vê zarokê di sala 2024an de hejmarê weqayan derket 41 kesan.

Rayedarekî ji Laboratuwara Referansa Herêmî ya Polio Eradikasyon ku girêdayê Enstîtûya Tenduristî ya Netewî ye, rast kir ku li herêma Loralaîya wîlayeta Belucistanê di zarokekî de polîovîrûsa wehşî ya tîp 1ê hatîye tespîtkirin.

Li gorî rayedarê, heta niha li Belucistanê 21, li wîlayeta Sindha başûr 12, li Xayber Paxtunwayê şeş, li Pencapa rojhilat û Îslamabadê jî herêka yek heb weqa hatine tespîtkirin.

Rayedar di daxuyanîya xwe de weha got, “Belucistan bi polîovîrûsa wehşî ya tîp 1ê re rûbirû ye. Çiqas jî ji Loralaîyê weqaya ewil be jî, ji meha Hezîranê vir ve li qezayê di nimûneyên qenalan de çar caran pozîtîf derket û ev jî nîşan dide ku vîrûs li herêmê digere.”

Di heman demê de li herêmê hazirîyek tê kirin ku ji 45 milyonî zêdetir zarokan re vaksîn bê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê