Li Palandokenê aşît ket: 5 birîndar

Li Palandokenê aşît ket xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûn, dema ketina aşîtê jî bi kameraya telefona destan hat kişandin.

Tîma Neteweyî ya Judoyê dema ku hilkişîya herêma Sultan Sekisi ya Çîyayê Palandokenê ku li kampê û meşê diçû, rastî aşîtê hat.

4 werzişkar di bin berfê de man, 3 kesan bi xebatên xwe xwe xelas kirin, lê werzîşvanê judoyê yê neteweyî Emre Yazgan ê 16 salî ji ber stûyê xwe şikest rewşa wî giran bû.

Walîyê Erziromê Mustafa Çîftçî ragihand ku werzîşvanên neteweyî ji tu meqaman îzîn nestandine û cîhê ku hilkişîyane jî derveyê herêma ku mirovan li wê derê xwe kaş dikin e.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê Mehmet Sekmen piştî aşîtê ji kanaleke televîzyonê re daxuyanî da û got, "Em her tim tedbîran digirin. Ji ber ku li derveyî qada me ya berpirsyarîyê ye, tiştekî ku em bikin tine. Agahîya ku ji me re hatîye dayîn 14 kes çûne meşê, 5 kes di bin aşîtê de dimînin. Rewşa birîndaran baş in lê rewşa birîndarekî giran e. Niha rîskekî aşîtê tineye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê