Li Nîvgirava Kamçatkaya Rûsyayê ku bakurê Okyanûsa Pasîfîkê ye di mezinahîya 8,7an de pêk hat.
Sazîya Lêkolînên Jeolojîya Emrîkayê (USGS), daxuyand ku navenda erdhejê 136 kîlometre başûrrojhilata Petropavlovsk-Kamçatskiyê ye.
Hat destnîşankirin ku erdhej, ji sala 1952yan vir ve erdheja herî mezin hatîye qeydkirin.
Hişyarîya Tsûnamîyên: 3-4 metre pêl hatîn dîtin.
Piştî erdhejê ji bo peravên Kamçatka, bakurê Japonyayê û peravên Pasîfîk a Emrîkayê hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn.
Wezîrê Rewşên Lezgîn ê Kamçatkayê Sergey Lebedev, diyar kir ku tu candayînek çênebûye encax di hinek avahîyan de xesarên meddî çêbûne.
Walîyê Kamçatkayê Vladimir Solodov jî diyar kir ku “Erdheja îro ji bo me hemûyan îmtîhanekî ciddî bû. Bi deh salan e me tiştekî ewakî endîtibû.
Ji bo Japonya û Emrîkayê hişyarîya tsûnamîyê
Ajansa Meteorolojîya Japonyayê, erdhejê wek 8.0 nirxand û ji bo bakurê peravê hişyarîya tsûnamîyê da. li hinek giravên Japonyayê pêlên behrê gihîştin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump jî got, “Ji bo mirovên ku li Hawaîîyê dijîn hişyarîya tsûnamîyê di merîyetê de ye. Li wîlayetên Kaliforniya, Oregon û Washingtonê jî rewş derbasî rewşa nerîna tsûnamîyê hatîye.”
Hat îfadekirin ku piştî erdheja mezin dibe ku mehekî erdhejên biçûk berdewam bikin. (ÎLKHA)