Bûyer li taxa Çağlayanê ya ser bi navçeya Pasûrê (Qulp) ve pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Salih Ertaş ê 84 salî ku di 8’ê Sibatê de ji mala xwe derketibû, careke din agahî jê nehat girtin. Li ser agahdarkirina malbata wî, li herêmê xebatên lêgerînê yên berfireh hatin destpêkirin.
Di xebatên lêgerînê de tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Zanîngeha Dîcleyê (DÜAK), Midûriyeta AFADê ya Parêzgehê, ekîbên cendirmeyan, 112 Tenduristiya Lezgîn, tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Şaredariya Pasûrê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beşdar dibin.
Di van xebatan de bi giştî 165 personel cih digirin û herêma gundewarî ya taxê, derdora Çemê Sarimê û derdora wê bi hûrgulî tên kontrolkirin.
Ekîb, di xebatên lêgerînê de segekî kadavrayê û 3 dronan bikar tînin; bi vî awayî hem ji bejahî ve hem jî ji hewayî ve lêkolîn tê kirin. Tevî hemû hewildanan, hat hînbûn ku di roja 17’an a lêgerînan de jî tu şopek ji Salih Ertaş nehatiye dîtin.