Li peravên Îzmîrê 186 koçber hatin qefaltin

Li peravên navçeyên Foça û Urlaya Îzmîrê 50 jê zarok 186 koçberên ku bi neqanûnî dixwestin biçin derveyê welat ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin qefaltin.

Ji teref Fermandarîya Ewlehî ya Sehlê ve hat daxuyandkin ekîbên wan di nav behrê de koçberan tespît kirine û xebat dane destpêkirin. Di xebata ku hat destpêkirin de 32 jê zarok 160 koçber hatine qefaltin.

Hat destnîşankirin di heman rojê de jî li navçeya Foçayê xebatek hat lidarxistin û di nav botekî nav avê de 18 jê zarok 26 koçber hatine qefaltin.

Hat diyarkirin koçberên ku hatine qefaltin piştî muameleya tenduristîyê ji Midurtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno