Li peravên Îzmîrê 38 koçber hatin qefaltin

Li navçeyên Karaburun û Foçaya Îzmîrê, 16 jê zarok 38 koçber hatin qefaltin, mirovekî ku dihat îddîakirin qaçaxçîyê koçberane jî hat binçavkirin.

Tîma Micadeleya bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Ewlehîya Sehlê, Tîma Desteka Ewlehîyê û ekîbên Fermandarîya Qereqola Cenderme ya Mordoganê li navçeya Karaburunê 11 jê zarok 25 koçberan qefaltin.

Di dema operasyonê de hat îfadekirin ku mirovekî dihat îddîakirin qaçaxçîye hat binçavkirin.

Li navçeya Foçayê jî ekîbên Fermandarîya Qereqola Cenderme ya navçeya Foçayê û Bota Ewlehî ya Sehlê 5 jê zarok 13 koçberên neqanûnî qefaltin.

Koçberên ku hatin qefaltin piştî karên wan ên li qereqolan ji Midûrtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin teslîmkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket