Li Peruyê bana navenda danustandinê hilweşîya: 8 mirî, 80 birîndar

Li Trujilloya bajaroka Peruyê bana navenda danustandinekê hilweşîya. Heta niha 3 jê zarok 8 kes mirin, 80 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ê Peruyê hat ragihandin ku piştî hilweşînê ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê hatine sewqkirin li cihê bûyerê.

Navenda Operasyona Reşa Acîl (COER) ragihand ku rîska hilweşîna beşa din a banê hê jî heye û dibe ku hejmara mirîyan jî zêde bibe. Ji ber ku ban li ser parka lîstikê ya zarokan û sînemayê ket keraset wisa mezin bû.

Arturo Fernandezê Serokê berê yê şaredarîya Trujilloyê, di sala 29 Kanûna Pêşîna 2023an de navenda danûstandinê ji ber ku problemên wê yên avahî hene girt. Lê di sala 4ê Çileya 2024an de avahî sexlem hat qebûlkirin.

Serokê Dewleta Peruyê Dîna Boluart diyarkir ku kesên sûcên wan di vê bûyerê de hene wê cezayên herî giran bigirin.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn dewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno