Li Qersê otobûs qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar

Li navçeya Sarîqamîşa Qersê otobûs ji rê derket û qeza kir, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê karakurtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şofêrê otobûsa rêwîyan ji ber berf û şilîyê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li otobûsekî dinê qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û lêgerîn-xelaskirinê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin mirovên ku canê xwe ji dest dane ji mergê re hatin birin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin