Li Qersê otobûsa rêwîyan li qamyona kargoyê qelibî: 9 birîndar

Li navçeya Sarîqamîşa Qersê otobûseke rêwîyan li qamyoneke kargoyê qelibî, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Qers-Erziromê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyona kargoyê ya bi plaqeya 06 EE 0189 ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji bin kontrolê derket û qeza kir. Di vê demê de jî otobûsa bi plaqeya 23 AEV 640 ya ku ji Hetayê diçû Erdexanê li qamyonê xist.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cenderme, AFAD û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn û mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Elmanyayê bahozeke tund: 3 mirî
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 71 hezar û 409 kesan
Weqfa Êtîman di vê roja sar a zivistanê de êtîmên xwe ji bîr nekir
1 jê giran 2 kes birîndar bûn
Kesek mir 7 kes jî winda bû