Li Qeyserîyê wesayît qelibî: 4 mirî, 2 birîndar

Li ser rêya Meletî-Qeyserîyê wesayît ji bin kontrolê derket û qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, 30 kîlometre rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 35 BFA 638 ya ku di bin îdareya S.D. de bû, 30 kîlometre rêya Meletî-Qeyserîyê ji bin kontrola şofêrê derket û qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin. Di qezayê de T.A, Z.B, F.B. û H.A. canê xwe ji dest dan, S.D. û Z.A. jî birîndar bûn.

Hat ragihandin cenazeya 4 kesan ji bona ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Qeyserîyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin