Li Qirklardaxiyê banga ewlehî û lênêrînê: Malbat ji hatina vê derê fikar dikin

Serekê Qeza Sûrê yê HÜDA PARê Medeni Akgül bala xwe dikişîne ser pirsgirêkên ewlehî, paqijî û rêzkirina derdorê ya li Qirklardağiya ku li Sur a Diyarbekirê ye û yek ji cihên girîng ên geşt û seyranê ye.

Serekê Qezayê yê Surê yê HÜDA PARê Medeni Akgül diyar kir ku tedbîrên li Qirklardağıya ku li navçeya Surê ya navenda Diyarbekirê ye û bûyerên asayîşê jê kêm nabin hatine girtin kêm dimînin; wî anî ziman ku divê di qadên bêhnvedanê yên ku di berpirsiyariya şaredariyê de ne xebatên lênêrîn û tamîratê yên pêwîst werin meşandin û herêm bête wê rewşê ku gel bikaribe jê îstîfade bike.

Akgül behsa girîngiya Qırklardağıyê ya ji bo turîzma baweriyê ya bajar kir û got: "Ev çax em li Qirklardağiya ku li navçeya Surê ya Diyarbekirê ye ne. Wekî ku hûn zanin herêma me bajarê pêxamber û sahabeyan e. Kırklardağı jî cihê ku 40 kesên salih lê metfûn in e. Kırklardağı cîhekî geşt û seyranê ye ku mirov roj û şev ji bo bêhnvedan, geşt û bêhnfirehiyê tên vir. Li jêr Pira Dehderî, li jor jî Qırklardağı heye."

"Em dixwazin ku ev der bibin cihên ewle yên ku mirov bikaribin lê bêhna xwe vedin"

Akgül anî ziman ku di dema dawî de hinek rewşên ku li Qirklardağiyê neşênin derketine holê û ev ifade bi kar anîn: "Em dibînin ku li herêmê bûyerên asayîşê, hişbir (madeyên hişbir), dizî û neyêniyên din ên bi vê rengî diqewimin. Ji ber vê yekê daxwaza me ji rayedaran ev e ku li vir pergalên MOBESE û kamerayan werin sazkirin, cerdevan/zêrevan werin peywirdarkirin û dewriyeyên polîsan werin zêdekirin. Herî kêm em dixwazin ku bibe cihê ewle ku mirov bikaribin bi malbatên xwe re bi rihetî werin û bêhna xwe vedin."

Akgül bal kişand ser hinek xebatên ku dikevin ser milê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî û wiha axivî: "Bexçe aîdê Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên astên jêrîn in. Di vê mijarê de divê şaredarî jî dest bi vê derê bikin, qad bête paqijkirin, ronîkirin û bankên rûniştinê werin danîn. Divê qadên ku mirov bikaribin bi rihetî lê pîknîkê bikin werin çêkirin. Divê şaredarî di vê mijarê de hinekî din baldar bin."

"Mirov ji bo bi malbatên xwe re werin vir ditirsin"

Akgül şîret û pêşniyarên xwe yên ji bo ji holê rakirina pirsgirêka ewlehiyê ya gotinê parve kirin û ev tişt tomar kirin:

"Ev der, dema ku ewlehî nebe dibe cihê ku dizî û tevgerên li dijî exlaqê lê diqewimin. Bi vî rengî mirov ji bo bi malbatên xwe re werin vir ditirsin. Bi rastî çareserî hêsan e. Divê li vir pergalên MOBESE û kamerayan werin sazkirin, hejmara dewriyeyên polîsan bête zêdekirin. Her wiha di beşên jêrîn de divê ronîkirineke xweş bête kirin, goşeyên tarî werin ji holê rakirin û qad bête paqijkirin. Divê qadên pîknîkê û kamelî yên ku mirov bikaribin pîknîkê bikin werin çêkirin. Ev xebatên ku ji bo vê wîlayeta me ya xweş, mirovên me yên xweş û civaka me pêwîst in e. Disa bi heman rengî ji bo malbatên ku tên vir qadên xizmetê yên wekî tuwalet, cihê destavgrirtinê û kanî nîn in.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Gêno Karox Hayatê xo Vıni Kerd
Li Batmanê du mînîbus li hev qelibîn: 9 birîndar
Tîrêjên rojê dikarin di çerm de bibin sedema reaksiyona alerjîk
Li Entabê çalakiya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e"
Batman de caê karî de pîya teqiyayîş ra dima adir vejîya