Li Qonyayê avahîyeke 4 qatî hilweşîya: 3 kes sax hatin xelaskirin

Li Qonyayê avahîyekî 4 qatî hilweşîya, di encamê de ji 5 kesan 3 kes ji teref ekîbên AFADê ve sax hatin xelaskirin.

Li navçeya Selçûklûya Qonyayê, li ser Ceddeya Beyşehîrê avahîyeke 4 qatî hilweşîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên AFAD, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Piştî xebata 7 seatî 3 kes ji bin kavilan bi saxîtî hatin xelaskirin.

Hêna jî li herêmê xebat berdewam dikin û tê gotin ku di bin kavilan de hêj mêr û jinekî hene.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê rewşê de agahî da û îfade kir 5 kesên ku di bin kavilan de mane ji Sûrîyeyê ne.

Midûrê Tenduristî ya Bajarê Mehmet Koç, derheqê rewşa birîndarên ku ji nexweşxaneyê re hatin rakirin de agahî da û destnîşan kir, “Rewşa wan baş e, li ser hişê xwe ne. Talûkeyeke jiyanî xuya nake.”

Alîkarê Serokkomarê Cevdet Yilmaz çû cîhê bûyerê û destnîşan kir ku avahî li herêma ku herêma vegerina bajarê ye encax ew vegerîna bajarê qebûl nekirine.

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Qoneyê Îbrahîm Altay, diyar kir ku di avahîyê de 14 daîre hebûne û 12 jê jî vala bûne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê