Li Qonyayê di avahîyekî çar qatî de erdgaz teqîya: 12 birîndar

Li navçeya Karataya Qonyayê di seatên êvarê de di avahîyekî de erdgaz teqîya, welatîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan. Di encama teqîna ku di qata 3yemîn a avahîya 12 qatî de çêbû de yek jê giran12 kes birîndar bûn.

Bûyer, di seat 02.00an de li ser Ceddeya Menzîla navçeya Karatayê di avahîyekî de pêk hat. Şênîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan û xwe ji malên xwe avêtin derve. Piştî teqînê di xanî de şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Şewata ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat vemirandin.

Hat diyarkirin ku di cîhê gazê de xerabûnîyekî hebûye û teqîn ji ber wê pêk hatîye.

Walîyê Qonyayê piştî bûyerê hat cîhê bûyerê û lêkolînan kir.

Di encama teqînê de hat hînbûn ku di hinek avahîyan de zerar çêbûye.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno