Li Qonyayê qezaya zincîrê: 2 mirî, 24 birîndar

Li navçeya Îlgîn a Qonyayê di encama qezaya ku otobusa rêwîyan li qamyon û romorkek rawestayî qelibî pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Îlgîn a Qonyayê di qezaya zincîra ku serê sibê pêk hat de 2 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn. Qeza, di derdora seat 08.00an de li ser rêya Qonya-Afyonkarahîsarê li nêzî navçeya Îlgînê pêk hat.

Otobusa rêwîyan a ku plaqeya wê û ajokarê wê hêj nehatine tespîtkirin, li kamyona ku li kêleka rê rawestiya bû qelibî. Ji ber lêdanê qemyon li qamyoneke ku li ber wê rawestiyabû qelibîn. Li gor tesbîtên ewil di otobusa rêwîyan a ku qeza lê çêbû de 35 rêwî hebûn.

Li ser xeberdayînê ekîbên polês, cendirme, tenduristiyê û îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de 2 kesên di otobusê de canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê