Li Qoreya Başûr Kabîne bi komî îstîfa kir

Endamên Sazîya Wezîran a Qoreya Başûr, ji ber îlankirina rewşa awarte ya ku doh Serok Dewletê Yoon Suk Yeol îlan kiribû daxuyandin ku ew ji bo pêşkêşkirina îstîfayên xwe amade ne.

Ji civîna ku ji teref Serokwezîr Han Duck-soo ve hatibû tertîpkirin re endamên kabîneyê jî beşdarî bûn. Wan îfade kirin ku ew ji bona ku mesulîyeta biryara rewşa awarte ya ku di nav xelkê de bûbû sedema endîşeyê amadene ku îstîfa bikin.

Piştî civînê ji teref Wezîrê Edaletê Park Sung-jae ve daxuyanîyek hat dayîn û weha hat gotin, “Nîyeteka ku ez wezîfeya xwe berdewam bikim tineye.”

Serokê Partîya Hêza Gel (PPP) ku desthilatdar e, ji serokwezîr re gotine ku bila ji ber îlankirina rewşa awarte ji wezîfeya xwe bê ezlkirin.

Serokdewleta Qoreya Başûr Yoon Suk Yeol, doh ji ber îddîayên ku muxalefet beşdarî aktîvîteyên dijî dewletê bûne rewşa awarte îlan kiribû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno