Li Qoserê 2 malbatên ku 10 salin di nav wan de neyartî hebû li hev hatin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê malbatên Arî û Ozkul ên 10 sal in li hev nekirin, li hev hatin.

Dijminatiya ku 10 sal berê li navçeyê di navbera malbatên Arî û Ozkul de derketibû û di encamê de kesek canê xwe ji dest dabû, bi pêşengîya Komîteya Aştîyê ya Miftîtiya Parêzgehê û gelê herêmê bi dawî bû.

Dijminatîya di navbera malbatan de bi xwarina aştîyê bi dawî bû.

Miftîyê Parêzgehê Enver Turkmen, Serokê Parêzgeha AK Partiyê Mehmet Uncu, Serokê Parêzgeha HUDA PARê Îsmaîl Çevîk û endamên her du malbatan beşdarî xwarinê bûn.

Endamên malbatê di bernameyê de destên hev girtin û dûre dua hat kirin.

Miftiyê Parêzgehê Turkmen spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku keda wan di avakirina aştîyê de heye kir û hêvî kir ku bûyerên wiha xemgîn neqewimin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno