Li Qoserê Dayîk û kurê wê yê 5 salî ji avahîyê ketin xwarê û wefat kirin

Li navçeya Qosera Mêrdînê dayîka ku di dixwest qîza xwe ya astengdar xelas bike bi tevî kurê xwe yê ku di hembêza wê de bû ji qata 6emîn ket xwarê, dayîk û kurê wê canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li Taxa Ataturkê pêk hat.

Li gorî îddîayan S.A., ferq kir ku qîza wê ya astengdar ji balqonê dikeve xwarê û bi tevî kurê xwe yê ku di hembêza wê de bû û kurê wê jî astengdar bû midexele kir ku qîza xwe xelas bike, lê ew bi tevî du zarokên xwe ji qata 6emîn ji balqonê ket xwarê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristîyê li cîhê bûyerê îfade kirin dayîk û kurê wê canê xwe ji dest dan, qîzik jî serê ewil qelbê wê sekinîye û dûre bi midexeleyê ji nû ve hatîye şixulandin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno