Qaza, duh êvarê li Taxa Mezopotamyayê ya li ser navçeyê çêbû. Otomobîla ku navê ajokar û plakaya wê nehat fêrbûn, li kolanê li A.Y. da.
Liser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin veguhastin. A.Y. piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê, bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Li vir tevlî hemû destwerdanan jî A.Y. nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazê A.Y. ji bo karûbarên otopsiyê hat rakirin morga nexweşxaneyê; ajokarê otomobîlê ku piştî demekê hat girtin jî ji bo karûbarên îfadeyê hat birin ewlehiyê.
Lêpirsîna di derbarê qazayê de berdewam dike.