Li Ramallahê sîyonîst hatin protestokirin

Di çalakîyê 30yê Adarê Roja Axê de çeteyên sîyonîst 15 Filistînî şehîd kir. Ji bo protestokirina sîyonîstan di nav de endamên Kilisa Katolîk jî hebûn gelek kesan li Ramallahê bertek nîşanî sîyonîstan dan.

Di 30yê Adarê Roja Axêde li Xezzeyê ji bo axên ji teref sîyonîstan hatîye îşxalkirin protesto bikin çalakî hatibû li dar xistin. Çeteyên sîyonîst êrîşî Filistîyan kiribûn û 15 Filistînî şehîd kiribûn û bi hezaran kes jî bi kuleyên plastîk birîndar bûbûn.

Li Ramallahê bi sedan Filistînî û endamên Kilisa Katolîk jî dinav de Filistînîyên hatibûn şehîdkirin bibîranîn.

Gelek saziyên Neteweyên Yekbûyê û yên Rêxistina Efê ya Navneteweyî xwestin ku derbarê şehîdkirina 15 Filistînîyan de lêpêrsîn bên destpêkirin. Lê belê çeteyên sîyonîst ev daxwaz qebûl nekir û red kir.

Wezîrê Parastinê yê Çeteyên Sîyonîs Avîgdor Lîeberman derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Leşkerên me tiştê hewcebû kir û ji niha û pêde jî dê wisa dewam bikin.”

Li gor daneyên Wezareta Tendirustîyê ya Xezzeyê di xwepêşandanan de herî hindik 750 Filistînî bi guleyên rast û yên plastik hatin birîndarkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe