Li rejima sîyonîst 24 avahî bûn wek xwelîyê

Di encama tolhildana Îranê ya bi fûzeyên balîstîkî û ÎHAyan, li rejima sîyonîst 24 avahî xesarên giran girtin, 2 hezar û 775 mirov ji malên xwe hatin tehlîyekirin.

Encama xesarên tolhildana Îranê ku di 13ê Hezîranê de dabû destpêkirin pêl bi pêl zelal dibe.

Di tolhildanên ku li dijî Tel Avîv, Heyfa û Petah Tîkvayê bi fûzeyên balîstîkî û ÎHAyan hatin lidarxistin de, li gorî daneyên qaşo yên fermî 24 avahî giran xesarê dîtin. Rayedarên baca emlakê, daxuyandin ku ew nêzê 14 hezar agahîya zerara xesarê rasterast girtine.

Wezîrê qaşo yê darazayê ya rejima îşxalker ji çapemenîya îşxalê re axivî û got, “Wisa xûya dike ku ew ê 24 hezar avahî bi temamî werin hilwandin. 2 hezar û 775 mirovên ku li vê derê dijîn wê bêne tehlîyekirin.”

Hat daxuyandin ku di encama tolhildana Îranê de herî kêm 24 kes mirine, ji 500î zêdetir mirov jî birîndar bûne. Îranê jî diyar kir ku ew van operasyonan di çarçoveya, “mafê parastina fermî” de li dar dixin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar