Li Rihayê di avahîya dadgehê de teqîn: 1 birîndar

Li Xelîlîya Rihayê di qata bodrim a avahîya dadgehê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de mirovek bi giranî birîndar bû.

Hat îfadekirin ku bûyer li Taxa Paşabaxê di avahîya dadgehê de, li qata bodrimê li alîyê cîhê emanetê pêk hatîye.

Welatîyên ku dengê bihîstin ji avahîyê revîyan.

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên polês, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Piştî teqînê di avahîyê de şewat derket û agirê ku derket bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat vemirandin.

Hat hînbûn ku di encama teqînê de mirovek bi giranî birîndar bû û ji teref ekîban ve ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno