Li Rihayê du wesayît li hev qelibîn: 4 mirî

Li navçeya Sirûca Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, li ser rêya Entab-Rihayê pêk hat.

Hat îfadekirin wesayîta ku di bin îdareya Z.A.Ç. de bû û wesayîta ku di bin îdareya M.Y. de bû, li nêzê gundê Yanalobayê li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de herdu şofêr û mirovên ku di nav wesayîte de bûn tev de 4 kesan canê xwe ji dest dan.

Walîyê Rihayê Hasan Şildak hat cîhê bûyerê û derheqê bûyerê de weha got, “Vê şevê di seat 23.10an de li serê rêya Bêrecûk-Sirûcê qezayeke trafîkê pêk hat, mixabin di qezayê de çar welatîyên me canê xwe ji dest dan. Ez ji welatîyên me yên ku di vê qezayê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji xizmên wan re jî sersaxîyê dixwazim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin