Li Rihayê êrîşa çekdarî: 2 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Xelîlîya Rihayê ji malekî re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di êrîşê de mêr û jinekî canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Taxa Kisasê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovekî bi navê C.O. çû mala H.O.yê neyarê xwe. C.O. bi pompalîya ku bi xwe re anîtibû gule li ser H., D.O. û zarokê wan Y. û bûka wan Î.O. reşand.

Mirovên ku dengê çekan bihîstin xeberê şandin polês û tenduristîyê, li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin. Ekîbên tenduristîyê îfade kirin ku H. û D.O. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dane, birîndar Î. û Y.O. jî piştî midexeleya ewil ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku C.O. hat binçavkirin û cenazeya mêr û jin jî ji bo otopsîyê ji morga Sazîya Tip a Edlî ya Rihayê re hatin rakirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin