Li Rihayê kamyonek li kesên ku lastîk diguherandin qelibî: 3 mirî

Li Bêrecûka navçeya Rihayê kesên ku dixwestin lastîka maşîneyê biguherînin qemyonek li wan qelibî û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer bi şev li 74emîn kîlometreya Rêbeja Bêrecûk-Rihayê pêk hat.

Hat îdiakirin ku lastîkê wesayîta F.B di dema ajotinê de teqiyaye. Di dema ku ajokarê ku wesayîta xwe kişand ser rêya ewlehiyê û 2 kesên li kêleka wî bi hev re dest bi guherandina lastîkê kirin, kamyona ku A.U diajot li 3 kesan qelibî û reviya.

Piştî şofêrên din ên derbasbûyî agahî dan Navenda Telefonên Lezgîn a 112'an, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û ajokar F.B. û H.A.S jiyana xwe ji dest da û S.Ç rakirin nexweşxaneyê û derman kirin. Tevî hemû mudaxeleya doktoran jî nehat xelaskirin.

Ajokarê kamyonê yê ku piştî qezayê reviya ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve hat girtin û binçavkirin.

Cenazeyên 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dan piştî otopsiyê ji bo definkirinê radestî xizmên wan hatin kirin.

Lêkolîna li ser qezayê dewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin