Li Rihayê mînîbûs qelibî: 10 birîndar

Li navçeya Wêranşara Rihayê mînîbûsek qelibî, di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Elguna navçeya Wêranşarê pêk hat.

Hat diyarkirin mînîbûsa ku di bin îdareya M.T. de bû, ji ber ku şofêrê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin