Li Rihayê motorsîkletê qeza kir: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Bozova ya Rihayê di qezaya motorsîkletê de zarokek mir û kesek jî birîndar bû.

Qeza li taxa Yeşilova ya navçeyê qewimî.

Li gorî agahiyan, motorsîkleta bi plakaya 63 AAH 47, ku ji hêla B.E.Ç. (19) ve dihat ajotin, kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Piştî wergirtina raporê tîmên tendurustî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ajokar B.E.Ç. û birayê wî A.Ç. (12) ku di motorsîkletê de siwar bû, bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozova. Tevî hemû mudaxeleyên tendurustî, A.Ç. nehat xelaskirin û mir.

Lêpirsîna qezayê dest pê kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno