Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 2 birîndar

Li navçeya Wêranşara Rihayê, tir li wesayîtê qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn.

Qeza, li ber Fermandarîya Cenderme ya Riha Wêranşarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin tira bi plaqeya 73 SZ 571 ku sotemenî di nav de bû, ji kontrola şofêrê wê derket û li wesayîtekî qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayêre ekîbên polês, cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê ragihandin ku M.A. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di encama qezayê E.Ş. û S.K. birîndar bûn ji Nexweşxaneya Dewleta Wêranşarê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku yek ji birîndaran hatîye dermankirin û ji nexweşxaneyê hatîye derxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji şeş gumanbarên mirina Îbrahîmê ciwan li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
Kesek mir û yek jî birîndar bû
Li Helebê goristaneke komî ya qurbaniyên îşkenceyê hat dîtin
Otobusa xwendekaran û qamyon li hev ketin: 14 birîndar
Li Xezzeyê bûyerên xwekuştinê di nav artêşa îşxalker de berdewam dikin