Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar

Li navçeya Sirûca Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Murşîtpinara navçeya Surûcê pêk hat. Wesayîta bi plaqeya 01 R 6825 ya ku di bin îdareya M.C. de bû û wesayîta bi plaqeya 01 R 6825 ya ku di bin îdareya F.B. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de N.C.yê ku di nav wesayîtê de rêwî bû li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da. Her du şofêr û D.A. jî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin, mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Sirûcê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin