Li Rihayê şerê çekdarî: 2 bira mirin

Li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê di nav dikanekî de nîqaş derket, di encama nîqaşê de du birayên Îraqî bi çekan hatin kuştin.

Bûyer, di nav dikanekî ku li Sîteya Senayîya Evrenê ye de pêk hat.

Li gorî agahîyan di navbera M.K. û Y.R. û M.R. ku birayên hev in de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket.

Li ser mezinbûna nîqaşê M.K. çeka ku bi wî re bû derxist û gule li ser Y.R. û M.R. yên ku birayan hev in reşand.

Li ser xeberdayînê Y.R. û M.R. yên ku giran birîndar bûbûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Lê digel temamê midexeleyan herdu bira jî canê xwe ji dest dan.

Cenazeyê birayan ji bo otopsîyê ji morga Sazîya Tip a Edlî ya Rihayê re hatin rakirin.

Şikdar M.K. jî hat binçavkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket