Li Rihayê xwendekara ku di tuwaleta dibistanê jixweveçibû canê xwe ji dest da

Li Wêranşarê xwendekareka 12 salî di tuwaleta dibistanê de xemîya, li nexweşxaneya ku hat rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Bûyer, li Dibistana Navîn a Şaîr Nabî ku li Taxa Azadîyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Nurîye Şeyhuna xwendekarê sinifa 5emîn e, di tuwaleta dibistanê de bi xemandî hatîye dîtin.

Xwendekarên ku rewşê ferq kirin, xeberê dan îdareya dibistanê.

Li ser xeberdayîna îdareya dibistanê ji dibistanê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Zaroka ku piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewlet a Wêranşarê re hat rakirin, digel hemû midexeleyên doxtoran canê xwe ji dest da.

Tê diyarkirin ku bi qîzik re nexweşîna sarayê hebûye lê sedema zelal a mirina wê piştî otopsîyê derkeve holê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno