Li Rojhilata Anatolîya rêya 429 gundan hat girtin

Ji ber berfa ku ji doh êvarî ve dibare li Herêma Rojhilat Anatolîya rêya 429 gundan hat girtin.

Herêma Rojhilata Anatolîyayê ket bin tesîra berfê. Piştî hewayên germ ên ku ev demek dirêj hebû re doh êvarî li herêmê berf dest pê kir. Ji ber berfa ku doh êvarî ve dest pê kiriye li Bidlîs, Wan, Hekkarî û Mûşê rêya 429 gundan hat girtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku ji doh êvarî ve dibare li Bidlîsê rêya 146 gundan, li  Wanê rêya 141 gund û 70 gundikan, li Mûşê rêya 30 gundan û li Hekkarîyê jî rêya 34 gund û 78 gundikan hat girtin.

Bo rêyên gundan ên ku ji ber berfê hatine girtin bê vekirin xebat berdewam dikin.

ÎLKHA












































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe