Li Rûsyayê helîkopter ket xwarê: 3 mirî

Li Rûsyayê helîkoptera ji tîpa Mi-8 ket nav golê, di encama ketina helîkopterê de 3 mirettebat canê xwe ji dest da.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, diyar kir li bakurê welat helîkopterekî ji tîpa Mi-8 ya aîdê Wezaretê ket nav gola Karelyayê.

Wezaret destnîşan kir ku helîkopter di dema firîna perwerdehîyê de ketîye xwarê û 3 mirettebatên ku di nav helîkopterê de bûn canê xwe ji dest dan.

Enqaza helîkoptera ku di nîvê şevê de ketibû xwarê, 11 kîlometre dûrê perava Gola Onegaya ku di dinyayê de gola herî mezin ya duyemîn e hat dîtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno