"Li Şemrex û Dêrikê berf û qeza: Rê hat girtin, birîndar hene"
Li seranserê Mêrdînê barîna berfê dest pê kir û bandora xwe nîşan dide.
Ji ber berfa zêde û bagerê, rêya bejayî ya ku navçeyên Şemrex û Dêrikê girêdide ji çûnûhatinê re hat girtin. Li ser rêya Şemrex-Dêrikê, li hemberî kargeha tekstîlê ku berf û bagerê lê bandora xwe zêde kiribû, 3 wesayît li hev xistin.
Di qezayê de du wesayît serê hev de li hev ketin û wesayîtek jî ji rê derket û wergeriya şerampolê. Ji ber tundiya lihevketinê di wesayîtan de zirarên maddî çêbûn û hat ragihandin ku di qezayê de birîndar hene.
Li ser îhbarê, gelek tîmên jandarma û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman ji aliyekî ve destwerdana birîndaran kirin, ji aliyê din ve jî ji bo rê dîsa ji trafîkê re vebe xebat dan destpêkirin.
Ji ber girtina rê, şofêran demên dijwar derbas kirin û li herêmê bi metreyan dûvçûna (qofleya) wesayîtan çêbû. Rayedaran hişyarî da şofêran ku bêyî tekerên berfê dernekevin rê û mesafeya şopandinê biparêzin.