Li Şemrexa navçeya Mêrdînê, 2 zarokên ku cenazên wan di golekê de hatibûn dîtin, hatin veşartin.

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê, Dawid Esen (9) û Abdullah Erat (7) ên ku piştî windabûnê cenazên wan di gola rûyê wê cemed girtî de hatibûn dîtin, bi hêsirên çavan li kêleka hev hatin veşartin.

Bûyer li gundê Melebi yê navçeya Şemrexê qewimî. Dawid Esen û Abdullah Erat piştî ku ji mal derketin, demekê agahî ji wan nehat girtin. Dema ku xebatên lêgerînê yên malbatên wan bêencam man, ji bo 112 Navenda Banga Lezgîn îxbara windabûnê hat kirin.

Tîmên cendirme, tenduristî û AFADê sewqî herêmê hatin kirin. Di lêgerîna li derdorê de, li ser rûyê qeşagirtî yê gola gund û li nêzî wê şopên pêyan hatin tespîtkirin. Li ser îhtîmala ketina zarokan a nav avê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û di encamê de termên zarokan di avê de hatin dîtin.

Termên zarokan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û paşê anîn gundê Melebi.

Li vir piştî nimêja cenazeyê, termên her du zarokan li kêleka hev bi hêsirên çavan hatin sipartin axê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê di tûnêlê de qeza: 1 mirî, 8 birîndar
Derbarê 31 gumanbaran de doz hat vekirin
Li Çewlîgê gurê ku ket kargehekê bû sedema tirs û panîkê
Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapıcıoğlu bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Bahadîn re hevdîtin kir
Li Çinarê ji ber qeşayê 3 wesayît li hev ketin: 3 birîndar