Li Semsûrê tir û otomobîl li hev qelibîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li Semsûrê di encama qezaya trafîkê de 1 kes jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li navçeya Bêsnîyê pêk hat.

Li çarrê ya Bêsnîyê kamyon û otomobîla ku navên şofêrên wê nayê zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê 112 tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê de 4 kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûbûn.

Kesên ku di erebeyê de asê mabûn bi alîkariya ekîban ji cihê lê bûn hatin derxistin.

Yek ji birîndarên ku bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsnîyê jiyana xwe ji dest da.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin