Li ser îhtîmala êrîşa li Fîloya Sumudê ji navneteweyî bertek hatin nîşandan

Fîloya Sumuda Kûrewî, ku alîkarîyên mirovî digihîne Xezzeyê, rastî êrîşên bêmirov û tehdîdên rejîma sîyonîst tê. Spanya û Îtalyayê keştiyên şer şandine herêmê, Fransa, Swêd, NY û YEyê jî êrîş şermezar kirine.

Tehdîdên rejîma sîyonîst ên li dijî Fîloya Sumuda Kûrewî, ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê hatibû destpêkirin, nîgeranîya navneteweyî zêde kirîye. Rêveberiya fîloyê îro sibehê ragihand ku çend welatan welatiyên xwe ji êrîşa muhtemel hişyar kirine.

Doh hat ragihandin, rewşa hişyariyê ji bo filoya ku li peravên Yewnanistanê rastî tacîzên tund ên dronan hat. Beşdaran ragihandin ku rejîma sîyonîst hewl da ku bi dronan têkiliyan qut bike, û teqemenî li ser hinek keştiyan hatine avêtin, ku bûne sedema teqînan.

Fîloya ji nêzîkî 50 keştîyan pêk tê, alîkariyên mirovî, bi piranî kelûpelên bijîşkî, hildigire.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez, di civîneke çapemeniyê de li New Yorkê ku beşdarî Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû, ragihand ku keştiyeke deryayî ya pola BAM ji bo parastina welatiyên Spanyayê yên di nav keştîyan de hatiye şandin herêmê. Sanchez tekez kir ku pêwîst e bi qanûnên navneteweyî ve girêdayî bin û ewlehiya welatiyên xwe were garantîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê José Manuel Albares got, "Fîloya Sumuda Kûrewî fîloyeke aştiyane ye, êrîş dê li ber dadgehên navneteweyî werin vekirin."

Îtalyayê jî gaveke bi heman rengî avêtiye û firkateyek şandiye herêmê. Wezîrê Parastinê Guido Crosetto ragihand ku firkat ji bo parastina welatiyên Îtalyayê û piştgiriya operasyonên rizgarkirinê yên potansiyel di rê de ye.

Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku ew êrîşên dawî bi "fikareke kûr" dişopîne û şermezar dike. Wezareta Derve ya Swêdê destnîşan kir ku 15 welatiyên Swêdê di fîloya keştiyê de hebûn û diyar kir ku ew pêşketinan bi fikar dişopînin.

Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku êrîşên li ser fîloya alîkariya mirovî îxlalkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Tîma hiqûqî ya fîloyê ragihand ku ew amadekariyan dikin ku êrîşên rejîma sîyonîst bibin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.

Fîloya Sumuda Kûrewî bi dehan keştîyên ku ji benderên cûrbecûr ên Deryaya Spî derdikevin, bi armanca şikandina dorpêça li ser Xezzeyê û gihandina alîkariyên mirovî yên lezgîn bo herêmê rêwîtiya xwe didomîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar